Kompaniyên Brîtanî li Kurdistanê sermayegozarî dikin

Brîtanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Konsulusê Brîtanyayê serdana wezareta elektirê kir.

Li gor daxuyaniya wezareta elektirîkê, şandeke Konsulusxaneya Brîtanyayê bi Serokatiya Konsulusê Brîtanyayê David Huntt serdana wezareta elektirîkê kiriye û li gel wezîr û rayedarên wezaretê civiyane.

Di civînê de wezîrê elektirîkê Kemal Mihemed Salih ragihand ku hikûmeta herêma Kurdistanê petrol û gazê bo dabîn kirina elektirîk û xweşgozeraniya xelkê Kurdistanê bikar tîne.

Mihemed Salih herwiha daxwaz ji Brîtanyayê kiriye daku, di warê pêşde birina abûriya Kurdistanê de hevkariya herêma Kurdistanê bike.

Konsulusê Brîtanyayê jî diyar kiriye ku Brîtanya ji nêz ve çavdêriya kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê dike û bo çareser kirina wan kêşeyan hevkariya her du aliyan dike.

Nav hatî herwiha tekez kiriye ku gelek kompaniyên Brîtanî amadene bine Kurdistanê û kar bikin û hikûmeta Brîtanyayê jî asankariyên pêwîst bo wan kompaniyan dike.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.