Serokwezîr li gel balyoza Amerîkayê ya li Îraqê civiya.
Îro sêşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza Amerîkayê ya li Îraqê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand.
Îro sêşem 5ê Tîrmeha 2022an me pêşwaziya balyoza Amerîkayê yali Îraqê Alina L. Romanowski kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên nabvera herêma Kurdistan û Amerîka û çareser kirina kêşeyên herêmê û hikûmeta federalî kir.
Me di civînê de ev yek anî ziman ku, herêma Kurdistanê hertim amade bûye kêşeyên hilwastî li gel Bexdayê li ser esasê destûrê çareser bike lê ne amadeye di bin ti şert û zextekê de dev ji mafên destûrî yên xwe berde.
Me herwiha balkêşande ser vê yekê ku pêşkeftina herêma Kurdistanê di berejwendiya tevahiya welatiyên Îraqê deye lewre lazime hikûmeta federlaî hevkar û piştîvanê pêşkeftina her deverekê be neku asteng jê re çê bike.
Di civînê de balyoza Amerîkayê jî rixmî ku ragihand ku, herêma Kurdistanê dost û hevpeymanê bihêz yê Amerîkayê ye, hevdem tekez li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûra bingehîn kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin