Îdam kirina welatiyên Kurd berdewame

tenê li Urmiyeyê 9 kes hatine îdamkirin.
کوردستان TV
100%

Di nava 6 mehan de 33 welatiyên Kurd hatine îdamkirin.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, îdam kirina welatiyên Kurd li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewame.

Hengawê diyar kiriye ku di nava 6 mehên yekem yên sala 2022an de rejîma Îranê 33 welatiyên Kurd îdam kiriye.

Hengawê eşkere kiriye ku yek ji wan welatiyan jiber sedemên siyasî, 25 welatî jiber tawanên kuştinê û 7 welatiyên din jî jiber tawanên taybet bi madeyên hişber hatine îdamkirin.

Hijmara herî zêde ya îdam kirina li Urmiyeyê bûye ku 9 bûyere û li Îlam, Kirmaşan û Loristan jî her yek 8 bûyerên îdamkirinê hatine tomarkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.