Swêd: Em ti Kurdek radestî Tirkiye nakin

erdogan gotibû em li benda radest kirina wan kesanin.
کوردستان TV
100%

Tirkiye razî bûye ku Swêd û Fenlenda bibin endamên NATO.

Serokwezîra Swêdê  Magdalena Andersson derbarê mijara radest kirina hin welatiyên Kurd bi Tirkiyeyê daxuyanî da.

Serokwezîra Swêdê  Magdalena Andersson diyar kiriye ku Swêd bi ti awayî ti welatiyekî Kurd  yê ku xwedan nasnameya welatîbûna Swêdê ye radestî Tirkiyeyê nake.

Ev daxuyaniya Andersson di demekê deye ku Tirkiye dibêje me bi merca radest kirina hin endamên pkk û cemaeta Gulen qebûl kiriye ku Swêd û Fenlenda bibin endamên NATO.

Ev daxuyaniya Serokwezîra Swêdê vê bibe sedema aciz kirina Tirkiyeyê.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.