Fenlenda: Em kes naşînin mirinê

dibêje em ti kesek radestî Tirkiyeyê nakin.
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve dibêje em ti kesek radestî Tirkiyeyê nakin.

Piştî razî bûna Tirkiyeyê bo endam bûna Swêd û Fenlendayê di nava NATO yê de, çapemeniya Tirkiyeyê belav kir ku, vê Fenlenda û Swêd endamên PKK û cemaeta Gulen radestî Tirkiyeyê bikin.

Lê duhê wezîrê derve yê Fenlendayê Pekka Haavisto ragihand ku di nava rêkeftina ku hatiye îmzekirin behsa radest kirinê nehatiye kirin, Fenlenda xalên rêkeftinê cîhbicîh dike û ji bilî vê kesek naşîne mirinê û ti kesek jî radestî Tirkiyeyê nake.

Di dawiya hefteya derbasbûyî de jî wezîra derve ya Swêdê ragihandibû ku ev ser xwe bo Erdogan netewandine û di demokrasiya xwe de ti tawîzekê nadin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.