Kazimî îro diçe Siûdiyeyê

îran şert û mercên Siûdiyeyê qebûl kiriye.
کوردستان TV
100%

Vê li gel rayedarên Siûdî behsa çend mijaran bike.

Li gor nûçeyeke DPA ya Almanî, vê îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî serdana Siûdiyeyê bike û li Cide li gel rayedarên Siûdî bicive.

Li gor çavkaniyê, vê di civînan de behsa encamên serdana Kazimî bo Îranê û civînên wî yên li gel rayedarên Îranê were kirin.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî, Kazimî serdana Siûdiyeyê kiribû û pişt re jî çû bû Îranê û lîsteyek ku, têde daxwazên Siûdiyeyê hebûn radestî Îranê kiribû û tê gotin ku Îran jî şert û mercên Siûdiyeyê qebû kirine.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.