Serokwezîr fermana daxistina cîhên çek firotinê da

Serokwezîr daxwaz ji xelkê dike di prosesa nehêştina çekan de beşdar be.
کوردستان TV
100%

Derbarê bûyerên kuştinan de peyameke belav kir.

Îro pêncşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê bûyerên kuştinan li Hewlêrê de peyamek bo raya giştî belav kir ku, ev jî naveroka peyamê ye;

Em ewlekariya welat û welatiyên xwe nakin qurbaniya Tawanbaran, Qaçaxçiyan û helperestan, daxwaz ji welatiyên Kurdistanê dikim ku çekên bê îzin radestî hikûmetê bikin û xelk bo xwe beşdar be di prosesa paqêj kirina Kurdistanê ji çekên bê îzin û piştre mijara çekan bi qanûnê tê rêkxistin.

Me îro daxwaz ji wezareta navxwe kiriye daku tevahiya cîhên firotina çeên bêîzin werin daxistin û dest jî bi ser tevahiya çekên bêîzin de were girtin daku, nebin metirsî bo ser jiyana xelkê.

Daxwaz ji dadgehan dikim ku çavê xwe li cîhbicîh nekirina zagonan negirin û em jî di her warî de hevkar û piştîvanê wan dibin.

Serokwezîrê Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.