Nêçîrvan Barzanî û balyozê Brîtanyayê civiyan

Serokê herêmê dibêje lazime kêşeyên heyî werin çareserkirin.
کوردستان TV
100%

Behsa yekxistina û reformên nava hêzên pêşmerge de hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Di civînê de her du aliyan giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên li Îraqê, metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û hilbijartin û rewşa navxweyî ya Kurdistanê kirin.

Her di  heman civînê de Serokê herêmê û balyozê Brîtanyayê nîqaş li ser yekxistin û reformên nava hêzên pêşmerge û pêşde birina têkiliyên navbera Brîtanya, Kurdistan û Îraqê de kirin.

Her du alî li ser vê yekê ku bo çareser kirina kêşeyan û derbas kirina qirîzan lazime aliyên Îraqê bigehêjin lihev kirinê hemfikir bûn.

Derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, çareser kirina wan kêşeyan kilîla sereke ya çareser kirina tevahiya kêşeya ne û aloztir kirina kêşeyan ne di berejwendiya ti aliyekê deye.

Girîngiya yekdengiya aliyên Kurdî li Bexdayê rûbirû bûna tawan û madeyên hişber, mijara koç û koçberan û rewşa giştî ya deverê mijarên din yên vê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.