Fermandarekî spaha Pasdaran hate girtin

liv û tevgerên Îsraîlê di nava axa Îranê de rayedarên Îranê dijî hev han dane.
کوردستان TV
100%

Bi hinceta sîxorî kirin bo Îsraîlê hatiye girtin.

Li gor nûçeyeke rojnameya New York Tames ya Amerîkî, nakokiyên navbera rayedarên Îranê gelek zêde bûne û sedema wan alozî û nakokiyan jî liv û tevgerên Îsraîlê ne di nava axa Îranê de.

Çavkaniyê diyar kiriye ku di wan rojên dawî de Fermandarekî mezin yê spaha Pasdaran ya Îranê bi hinceta sîxorî kirin bo Îsraîlê hatiye girtin.

Hefteya derbasbûyî jî Fermandarê giştî yê îtlaata spaha Pasdaran jiber nakokiyên naxweyî û lawaziya Îranê li hember liv û tevgerên Îsraîlê di nava axa Îranê de, ji kar hatibû avêtin.

Ji aliyeke din ve eşkere bûna planên Îranê yên bo êrîş kirine ser welatiyên Îsraîlî li Tirkiyeyê bûye sedema kûrtir bûna aloziyên navbera rayedarên Îranê û aloz bûna têkiliyên dîplomatîkî yên di navbera Tirkiye û Îranê de.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.