Konsulusê Amerîkayê xatira xwe ji Serokwezîr xwest

dema pîwerdariya wî li Kurdistanê de bi dawî hatiye.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 29ê Hezîranê me pêşwaziya Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robert Paledino kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe weke Konsulusê Amerîkayê serdana me kiribû.

Me spasiya Konsulusê Amerîkayê kir bo hewldanên wî yên bo pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Konsulusê giştî yê Amerîkayê jî rêzdariya xwe li hember têkilî û hemahengiya berdewam ya hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê diyar kir.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.