Swêd û Fenlenda dibin endamên NATO yê.
Di çarçoveya civînên duhê yên li Madrîdê yên ku taybet bûn bi giftûgo kirin derbarê endamtiya Swêd û Fenlendayê li NATO yê û dijatiye Tirkiyeyê li hember vê yekê, derket ku Tirkiye gav paş ve avêtiye.
Hate zanîn ku duhê Tirkiye qebûl kiriye ku Swêd û Fenlenda bibin endamên NATO yê û biryare îro jî bi fermî ev her du welat weke endamênf ermî yên NATO yê werin nasandin.
Çapemeniya Tirkiyeyê qala vê yekê dike ku Tirkiye serkeftineke mezin ya dîplomatîkî bidest aniye lê çapemeniya cîhanê qala vê yekê dike ku Erdogan jiber gefên Serokê Amerîkayê Jeo Biden qebûl kiriye ku ev her du welat bibin endamên NATO û Biden ji Erdogan re gotiye ku eger dixwazî ez gel te bicivim lazime qebûl bikî ku Swêd û Fenlenda bibin endamên NATO.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin