Duhê li bendera Eqebe teqînek çê bibû.
Îro Sêşem 28ê Hezîranê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber bûyera bendera Eqebe ku bibû sedema can ji dest dan û birîndar bûna hijmareke welatiyan, peyameke hevxemî û sersaxî name pêşkêşî Şahê Urdinê Şah Ebdulah duyem kir.
Di peyama han de Serokwezîr sersaxî daye malbet û kesûkarên qurbaniyên bûyerê, gelê Urdinê û hêviya başbûna bilez jî bo birîndaran xwestiye.
Li hember de Şah Ebdulahê duyem spas û rêzdariya xwe û gelê Urdinê bo pirsename û Serokê hikûmetê diyar kiriye.
Weke tê zanîn duhê li bendera Eqebe ya Urdinê tankereke kîmiyayî teqî bû û di encam de 15 welatî canê xwe ji dest dabûn û 25 kes jî birîndar bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin