Serokwezîr pêşwaziya tîma fotbolê ya jinan ya Îraqê kir

piraniya endamên tîma han Kurdin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr piştîvaniya xwe bo werizşvanan diyar kir.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya tîma fotbola jinan ya Îraqê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî li ser rûpela xwe ya fermî wisa nivîsand;

Îro sêşem 28ê Hezîranê me pêşwaziya tîma Fitosal ya jinan ya Îraqê kir ku, piraniya lîstokvanên vê tîmê jî xelkê herêma Kurdistanê ne.

Di civînê de me pîrozbayî û destxweşiya vê tîma han kir jiber bidest anîna pileya sêyem di lîstokên qehremanî yên Rojavayê Asyayê yên bo fitosala jinan ku di wan demên dawî de li Siûdiyeyê hatibûn organîzekirin.

Me herwiha balkêşande ser vê yekê ku werziş ji bilî sûdên xwe yên tendirostî hevdem xwedan roleke girînge bo nasanin û lihev veguhastina çandî di nav bera gelên cîhanê de.

Em kêfxweşin jiber ku,  hemahengiyeke baş di navbera endamên tîmê de ku ji pêkhateyên curbicur yên Îraqê ne, heye û karîne bihevre Îraq bihêztir bikin.

Me ev  yek anî ziman ku Jinên Kurdistanê, weke çawe pêşmerge di çeperan de berevanî ji Kurdistanê dike û rûbirûyê terorîstên DIŞIê westande û xwedan roleke  berçav bûne û cîhan jî pê ecîbmayiye, îro jî jinên Kurdistanê di werzişê de xwedan roleke bibandor bûne di serkeftin û bidest anîna pileya yekem bo tîma Îraqê.

Li hember de jî endamê Yekîtiya fotbola Îraqê û Serokê şanda fitosala jinan Fîras Behrulolûm jî spasî û rêzdariya xwe bo girîngî dan û piştîvaniyên me yên bo werziş û werzişvanan diyar kir.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.