Artêşa Tirkiyeyê gundên herêma Şêrawa topbaran dike

li Til Refetê jî dronên Tirkî êrîşî ser malên xelkê kirine.
کوردستان TV
100%

Li Til Refet jî malên xelkê medenî hatine topbarankirin.

Li gor zaniyariyên ji Rojavayê Kurdistanê di wan kêliyan de topxaneyên Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê dest bi topbaran kirina gundên herêma Şêrawa li Efrînê kirine.

Heta niha derbarê topbaranê de nehatine bidestxistin.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku duhê bişev jî li Til Refetê balefirên bêpîlot y ên Tirkiyeyê êrîşî ser mala xelkê medenî kirine û gelek zirar ber malên wan welatiyan ketine.

Weke tê zanîn duhê Serokkomarê Tirkiyeyê dîsa gefa lidar xistina operasiyonê li Rojavayê kiribû.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.