Li Şino ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, duhê li bajarê Şino ya li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên îtalaata rejîma Îranê operasiyoneke serda girtina malan lidar xistine.
Di encama operasiyona han de çar welatiyên Kurd bi navên Ibrahîm û Muhsên Ezîzî û Behmen û Yeqûbê Mehmûdîzar hatine girtin.
Heta niha sedema girtina wan welatiyên Kurd nehatiye zanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin