Li Kampa Holê jineke serjêkirî hat dîtin

ev kempa han metirsîdartirîn kempa cîhanê ye.
کوردستان TV
100%

Li Kampa Holê cenazeyê jineke serjêkirî hate dîtin. Di nava 3`rojan de 3 sûcên bi vî rengî têne kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jineke sûrî serjêkirî li beşa şeşan a taybet ji bo sûriyan dîtin. Di 3 rojan de ev sûcê sêyemîn e ku pêk tê.

Çavkaniyên ewlehiyê ya kampê anîn ziman ku ew jina hatiye kuştin ji  parezgeha Humisê ye û di sala 2003'an de ji dayik bûye, her wiha navê wê eşkere nekir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 23'yê Hezîranê de jineke sûrî bi guleyan di serî de birîndar bû, di 22'yê Hezîranê de jineke kuştî di stada futbolê ya li beşa sêyemîn a taybet ji bo iraqiyan e de0, hate dîtin.

Ji destpêka îsal ve derdora 25 kes li kampê hatin kuştin û 14 jî ji ber hewdanên qetilkirinê birîndar bûn.

Kampa Holê kampa herî xeter li cîhanê ye, ji ber ku malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên sûrî, Iraqî û biyanî hene ku di Pêngava Bagera Cizîrê li Baxozê xwe teslîmî QSD'ê kirin û Sibata 2019'an de gihaştin kampê.

Li gorî belgeyên rêvberiya kampê, di kampa Holê yê ku ji 9 beşan pêk tê de 56 hezar û 97 kes hene, jê 29 hezar û 152 kes an ku 7 hezar û 791 malbat iraqî ne û derdora 18 hezar û 863 kes an ku4 hezar û 998 malbat sûrî ne.

Her wiha hejmara jin û zarokên çeteyên DAIŞ'ê yên biyanî 8 hezar û 109 kes di nava 2 hezar û 416 malbat de ne ku ji 54 dewletan in. Jin û zarokên DAIŞ'î di beşê 9'an ên kampê de ne.

Kampa Holê 45 kîlometre dûrî navenda bajarê Hesekê ye, di gel gef û êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye, sûcên di kampê de zêde dibe.

Ji anhayê hatiye wergirtin

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.