Bloomberg: Rewşa Îraqê aloz dibe

dibêje tevgera Sedir dest bi xwepîşandanên berfire dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje vê li Îraqê xelk dakeve qadan.

Rojnameya Bloomberg ya Amerîkî derbarê prosesa siyasiya Îraqê de raportek weşandiye.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku, prosesa siyasiya Îraqê û prosesa ava kirina hikûmeta nû ya li vê welatî, jiber vekêşîna tevgera Sedir ji parlementoya Îraqê aloztir bûye.

Di beşeke din ya raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku vê di demeke nêz de xelk bi taybetî endam û alîgirên tevgera Sedir, bi fermana Serokê vê tevgerê Muqteda Sedir dakevin qadan û dest bi xwepîşandanên berfire bikin.

Di berdewamiya raportê de hatiye nivîsandin ku tevgera Sedir rixmî dengên zêde ku di hilbijartinan de bidest anî bû, lê dîsa meydan û qad hilbijart û li dijî aliyên din vê dakeve qadan.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.