Rûsye dest daniye ser keştiyeke Îranî

ev keştiya Îranî bi alaya welatê Malt nêzî sînorên Rûsyeyê bûye.
کوردستان TV
100%

Îran xwestiye ev mijara han bi nepenî bimîne.

Li gor nûçeyeke malpera Îranî Îranwaier beriya çend rojan li sînorên deryayî yên Rûsyeyê, keştiyeke teknolojîkî ya Îranê ji aliyê Rûsyeyê ve hatiye destbiser kirin.

Ev keştiya Îranî yaku taybete bi danîna boriyên petrol û gazê di nava avê de ji aliyê hêzên deryayî yên Rûsyeyê ve hatiye destbiserkirin û Îran jî daxwaz ji Rûsyeyê kiriye ku ev mijar binepenî bimîne.

Ev keştiye han ku xwestiye dorpêçên ser Îranê binpê bike, bi alaya welatê Malt dest bi liv û tevgeran kiriye û ji aliyê hêzên deryayî yên Rûsyeyê ve hatiye girtin.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.