Girtiyeke siyasî yê Kurd tê îdam kirin

di nava 20 rojan de vê cezaya han were cîhbicîhkirin.
کوردستان TV
100%

Dadgeha venêrînê ya Îranê cezaya han pejrandiye.

Piştî ku dadgeha şoreşa Îranê li Urmiyeyê, cezayê îdam kirina bo girtiyê siyasî yê Kurd Şakir Behrozî der kir.

Şakir Behrozî jî ev cezaya han red kir û dosyeya wî bo venêrînê bo dadgeha venêrînê ya rejîma Îranê hat şandin.

Li gor navenda nûçayan ya Hengawê, duhê, dadgeha venêrînê ya rejîma Îranê cezayê girtiyê siyasî yê Kurd Şakir Behrozî pejrand.

Her duhê rayedarên girtîgeha Urmiyeyê ev ceza ji Behrozî re ragihandine û tê payîn piştî 20 rojên din ceza were cîhbicîh kirin û Behrozî jî weke girtiyên din yên siyasî yên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve were îdamkirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.