Di nava hefteyekê de dagirkeran li Efrînê 7 welatî revandin

bo azad kirina welatiyên revandî daxwaza pereyan tê kirin.
کوردستان TV
100%

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di hefteya borî de 7 welatî ku ji wan yek astengdar e, li kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

Çavkaniyên ji navçeya Şêrawa ya Efrînê ragihand ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” 2 welatî (Xelîl Ebdo Mihemed (32) û Mehmûd Hisên Şêxo) ji şêniyên gundê Basûtê yê kantona Efrînê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çavkaniyên ji navçeyên Cindirês û Mabetayê jî diyar kir ku çeteyên “Polîsên Sivîl” 4 welatiyên bi navên Ebdulezîz Betal, Elî Ebdo Ziyad û Cûma Ehmed Elî yên ji gundê Kora yê navçeya Cindirêsê û welatiyê bi navê Ehmed Henan Reşo yê bi navê ‘Ebo Delîl’ tê nasîn ê ji gundê Şêxûtka yê navçeya Mabetayê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin û heta niha aqûbeta wan ne diyar e.

Li aliyekî din, çavkaniyekî destnîşan kir ku çeteyên “Cebhe El-Şamiyê” li navenda kantona Efrînê welatiyê astengdar ê bi navê Cîhad Henîf ê ji şêniyên gundê Dîkmedaşê yê navçeya Şera revand ku ji bo dermankirinê diçû bajarê Ezazê yê dagirkirî.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.