Li Sêrtê Cerdevan lihev dan kuştî û birîndar hene

sedema pevçûna navbera Cerdevanan hîn nayê zanîn.
کوردستان TV
100%

Pevçûn duhê bişev li navçeya Perwarî ya Sêrtê derketiye.

Li gor jêderên ji bakûrê Kurdistanê duhê bişev li gundê Düğüncüler ya ser bi navçeya Perwarî ya li Sêrtê, di navbera du komên cerdevanên artêşa Tirkiyeyê de pevçûn derketiye.

Her çend heta niha sedema pevçûnê nayê zanîn lê tê gotin ku 3 cerdevan hatine kuştin û çend cerdevan jî birîndar bûne.

Hin çavkanî amarên cuda belav dikin û dibêjin 2 cerdevan hatine kuştin û 5 jî ku birîna 3 ji wan girane birîndar bûne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.