Korona li Îraqê dîsa serî hilda

wezareta tendirostî dibêje pêla 5an gelek dijwartire.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 1000 kesan bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostî ya Îraqê daxuyaniyek belav kiriye û têde baldarî daye welatiyan û ragihandiye ku li Îraqê pêla 5an ya Koronayê destpê kiriye.

Li gor daxuyaniya tendirostiya Îraqê, li vê welatî zêdetir ji sedî 75ê xelkê vaksînên dinjî Koronayê bikar neanîne û xwe vaksîne nekiriye lewre pêla 5an ya Koronayê bo wan welatiyan gelek dijwar dibe.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku niha li Îraqê 1328 welatiyên din bi Koronayê ketine û di nava nexweşxaneyan dene û her ku diçe rewşa tendirostî aloztir dibe.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.