Li Urdinê bandeke mezin ya madeyên hişber hate girtin

ev banda han dron û tirimbîlên pêşketî bo veguhastinê bikar aniye.
کوردستان TV
100%

Ji Sûriyeyê xwestine madeya hişber bibin Urdinê.

Artêşa Urdinê ragihand ku hêzên wan duhê li ser sînorên navbera Urdin û Sûriyeyê operasiyonek li dijî bandeke mezin ya bazirganiya madeyên hişber lidar xistine.

Li gor daxuyaniya artêşa Urdinê, di encama operasiyona han de, hêzên wan karîne bandeke mezin ya bazirganî kirina madeyên hişber binçav bikin ku xwestibû ji Sûriyeyê bi piştîvaniya welateke din, madeyên hişber bo Urdinê veguhêze.

Artêşa Urdinê diyar kiriye ku ev banda han bo veguhastina madeyên hişber fêde ji tirimbîlên pêşketî û dronan wergirtiye.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.