Bi dijwarî hatiye birîndarkirin.
Malpera Erebiya li ser zarê çend jêderên Îranî belav kir ku, îro pêncşem li Tehranê çend kesên nenas êrîşî ser Fermandarê giştî yê îtlaata spaha Pasdaran ya Îranê Husên Tayib kirine.
Husên Tayib di encama êrîşa han de bi dijwarî birîndar bûye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.
Erebiye herwiha eşkere kiriye ku jiber bûyerên vê dawiyê yên li Îranê ku di encama wan de gelek rayedarên leşkerî yên Îranê hatibûn kuştin, ji postê xwe hatiye dûrxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin