Îraq: Ti belge li ser kuştina bikom nehatiye dîtin

Poloniya jî heta niha li ser vê mijarê ti daxuyaniyeke fermî nedaye.
کوردستان TV
100%

Dihat gotin ku li ser sînorê Poloniyayê koçberên Îraqî hatine kuştin.

Piştî ku nûçeyek hate weşandin û qala vê yekê dikir ku li ser sînorên Poloniyayê hijmarek koçberên Îraqî bi kom hatine kuştin, wezareta derve ya Îraqê li ser mijarê daxuyanî da.

Peyvdarê wezareta derve ya Îraqê Ehmed Sehaf eşkere kiriye ku ev weke hikûmeta Îraqê lêkolîn li ser vê mijarê didomînin û heta niha li ser kuştina bikom ya penaber û koçberên Îraqî li ser sînorên Poloniyayê dest neketine.

Di nûçeyan de behsa vê yekê dihat kirin ku hijmareke zêde koçber û penaberên Îraqî ji aliyê leşkerên Polonî ve bi awayeke komî hatine kuştin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.