Di nava 3 mehan de zêdetir ji 100 kesan hatine îdamkirin.
Li gor raporteke netewên yekgirtî yaku duhê ji aliyê NY ve hatiye belavkirin, îdam kirin li Îranê zêde bûye û tenê di nava 3 mehan de herî kêm 100 welatî li Îranê hatine îdamkirin.
Di raporta NY de hatiye eşkere kirin ku di sala 2020an de li Îranê 260 kes û di sala 2021an de jî 310 kes hatine îdamkirin.
Herwiha hatiye eşkere kirin ku ji destpêka sala 2022an heta 20ê Gulana 2022an li Îranî zêdetir ji 105 welatî hatine îdamkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin