Li deverê de sîstemeke hevbeş ya berevaniya esmanî tê avakirin.
Li gel dom kirina rêkeftina Îbrahîm ya bo normal kirina têkiliyên welatên Ereb li gel Îsraîlê, Îsraîl dest bi pêngaveke gelek girîng kiriye ku fêde bo tevahiya welatê deverê dibe.
Di vê derbarê de wezîrê berevanî yê Îsraîlê Benny Gantz di gotareke xwe de yaku li komîteya têkiliyên derve yên parlementoyê de pêşkêş kiriye daye zanîn ku Îsraîl li gel gelek welatên Rojhilata Navîn dest bi danûstan bo ava kirina sîstemeke berevaniya asmanî ya hevbeş kiriye û Amerîka jî piştîvaniya vê projeya han dike.
Benny Gantz tekez li ser vê yekê kiriye ku bi sêya ev sîstema han ya hevbeş gelek welatên deverê ji êrîşên asmanî yên dron û balefiran têne parastin û qelxaneke asmanî li dijî her cure êrîşeke asmanî li deverê de tê çêkirin.
Nav hatî tekez kiriye ku heta niha gelek welat bûne endamê vê projeyê lê navê wan eşkere nekiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin