Belemên Îranî xwe nêzî keştiyên cengî yên Amerîkî dikin

ev belemên Îranî piştî huşdariyên tund yên Amerîkayê ji deverê dûr ketine.
کوردستان TV
100%

Rewş li kendava Erebî aloze.

Rayedarekî leşkerî yê Amerîkî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, ragihandiye ku di wan rojên derbasbûyî de li Kendavê di navbera keştiyên cengî yên Amerîkî û belemên Îranî de bûyereke metirsîdar qewmiye.

Ev rayedarê Amerîkî diyar kiriye ku 3 belemên ser bi spaha Pasdaran li kendavê bi awayeke bilez û metirsîdar xwe nêzî du keştiyên cengî û keştiyeke leşkerî ya kargo ya Amerîkayê nêz kirine bi awayek ku tenê 45 metre ji wan dûr bûne.

Ev rayedar tekez li ser vê yekê kiriye ku piştî huşdariyên tund yên keştiyên cengî, ev belemên spahê ji deverê dûr ketine.

Weke tê zanîn piştî bordiman kirina bandên balefirxaneya navnetewî ya Dîmeşqê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de rewş gelek aloz bûye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.