Her du aliyên nava hikûmetê nikarîn lihev bikin.
Serokwezîrê Îsraîlê û wezîrê derve yê vê welatî ragihandine ku rixmî hevpeymaniya navbera wan ya bo îdare dana welat bi awayeke dorî (her alî 2 sal) lê rêkeftin jiber hin kêşeyan rastî şikestê hatiye.
Çapemeniya Îsraîlê diyar kiriye ku Serokwezîr û wezîrê derve li ser hilweşandina parlemento û hilbijartinên nû yên pêşwext lihev kirine.
Her çend heta niha roja hilweşandina parlementoyê nehatiye diyarkirin, lê li gor zagonên Îsraîlê piştî hilweşandina parlementoyê, lazime di nava 90 rojan de hilbijartin were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin