Vê 50 parlementerên nû sondê qanûnî bixwin.
Piştî îstîfaya 73 parlementerên ser bi tevgera Sedir ji parlementoya Îraqê, aliyên şîe yên di nava çarçoveya hevahengî de, daxwaza civîneke bilez ji Serokatiya parlementoyê kirine.
Di vê çarçoveyê de biryare roja pêncşemê parlementoya Îraqê bicive û di civînê de 50 parlementerên nû yên ku werin cîhê parlementerên tevgera Sedir, sonda qanûnî bixwin.
Weke tê zanîn di cotmeha sala 2021an de li Îraqê hilbijartin hatibû kirin lê heta niha aliyên siyasî yên Îraqê nikarîne lihev bikin û hikûmeteke nû ava bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin