OLA bi kuştina xelkê sivîl tê tawanbarkirin.
Li gor jêderên çepemeniya cîhanî beriya du rojan li Başûr û Rojavayê Etyopiyayê komên çekdar êrîşî ser pêkhateya etnîkî ya Amhara kirine.
Di encama êrîşa han de yaku li herêma Oromiya pêk hatiye de herî kêm 200 kesên sivîl ji vê pêkhateyê hatine kuştin.
Hin çavkanî û derdor dibêjin ku artêşa rizgariya Oromo ( OLA) ev êrîş pêk aniye lê OLA daxuyanî daye û ragihandiye ku ev êrîş ne karê wane.
xelkê herêmê jî bifikare ku êrîşên wisa bidomin û kesên zêdetir werin kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin