Serokwezîr: Lazime piştîvaniya Pêşmerge were kirin

behsa rewşa deverên madeya 140 hate kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel şandeke leşkerî û ewlekarî ya Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke leşkerî û ewlekarî ya Îraqê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekşem 19ê Hezîranê me pêşwaziya şandeke bilind paye ya leşkerî û ewlekarî ya Îraqê bi Serokatiya Serokerkanê artêşa Îraqê Jeneral Ebdulemîr Yarulah kir.

Di civînê de me tekez li ser girîngiya pêşde birina hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bi taybetî li deverên madeya 140 kir bo rûbirû bûna terorê. Me herwiha ev yek dubare kir ku lazime pêşmerge weke beşek ji mekanîzma ewlekariya Îraqê were dîtin û piştîvaniya hêzên pêşmerge were kirin jiber ku bihêz bûna pêşmerge di berejwendiya cîhgir bûna rewşa ewlekariya giştî ya Îraqê deye lewre lazime artêşa Îraqê jî nuneratiya tevahiya pêkhateyên Îraqê bêyî cudatî bike û berevanî jî ji wan bike.

Şanda leşkerî û ewlekarî ya Îraqê rixmî pêşkêş kirina kurteyek derbarê rewşa leşkerî û ewlekarî ya li Îraqê, hevdem balkêşande ser vê yekê ku, armanca hatina wan bo herêma Kurdistanê pêşde birin û bihêztir kirina hemahengî û hevkariya navbera artêşa Îraq û hêzên pêşmergeye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.