Serokê Ukraynayê serdana eniyên şer kir

serî li bajarê Odessayê jî daye.
کوردستان TV
100%

Ji nêz ve ji rewşa leşkeran pirsî.

Li gor çapemeniya Ukraynî, duhê Serokê vê welatî Volodımır Zelenskıy ku xwe di nava şer deye, serdana eniyên şer yên li Rojhilata Ukraynayê kir.

Serokê Ukraynayê di serdana han de li gel Fermandar û leşkerên Ukraynî yên li eniyên şer li Rojhilatê vê welatî civiya û di civînê de ji leşkerên Ukraynî re ragihand ku hun leheng û qehremanên gelê xwe ne, di şer û merceke dijwar de berevanî ji welat û netewa xwe dikin.

Volodımır Zelenskıy herwiha çûye bajarê Odessa ya li Başûrê Ukraynayê û serdana çend bînayan kiriye ku di encama şer de hatibûn wêrankirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.