Rejîma Îranê 40 Mamosteyên Kurd binçav kir

operasiyonên rejîma Îranê dijî welatiyên Kurd her diçe zêdetir dibin.
کوردستان TV
100%

Di nava du rojan de 40 Mamosteyên Kurd hatin girtin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê raportek belav kiriye û têde behsa vê yekê kiriye ku ev du roje hêzên rejîma Îranê dest bi operasiyoneke berfire li dijî Çalakvan, Mamoste û welatiyên Kurd kiriye.

Li gor raporta Hengawê di nava du rojên derbasbûyî de li Sine, Seqiz, Merîvan û Dîwandere herî kêm 40 Mamosteyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku operasiyonên serda girtina malan ji aliyê hêzên Îtlaatê ve hatine kirin û rixmî lêdan, girtin û binçav kirina wan Mamosteyan, hevdem îtlaat dest daniye ser gelek amûrên wan yên taybetî.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.