Ev berpirsê Îranî xewneke xweş dîtiye

dibêje em derban li Îsraîlê didin lê derbên me nepenî ne.
کوردستان TV
100%

Dibêje em bi nihênî li Îsraîlê didin.

Fermandarê berê yê spaha Pasdaran yê Îranê Mihemed Elî Ceferî xewneke gelek xweş ji xwe re dîtiye û qala xewna xwe bo raya giştî ya Îranê dike.

Ev Fermandarê han dibêje em bi şev û roj derbên dijwar li yên nepenî li Îsraîlê li welatên cîran didin û hîn jî Îsraîl jiber wan derbên me yên dijwar bi xwe de nehatiye.

Ev derbên dijwar ku qaşo Îran li Îsraîlê daye, bordiman kirina mala welatiyên medenî yên Kurdistanê ye, di êrîşa dawî ya Îranê de tirimbîlên welatiyên medenî zirar dîtin û 3 welatî ku pîşeya wan firincî, boyacî û karker bûn, birîndar bibûn, lê Îran û çapemeniya Îranê direweke bêhempa afirandibû û gotibû me berpirsê Îsraîlê kuştiye.

Îsraîl li Tehranê, û di nava mala rejîma Îranê de li rayedarên rejîma Îranê dide û Fermandarên Îranî jî xewnan dibînin û dibêjin em derbên dijwar yên nepenî li Îsraîlê didin.

Hêza îstîxbaratî ya Îranê ewqas lawaz bûye ku jiber dolarek karmendên îtlaata Îranê amadene li dijî welatên xwe bo dijminên xwe sîxoriyê bikin û mînaka vê ya dawî jî ev casûsa Brîtanî Îsraîlî bû ku zêdetir ji 6 salan di nava komîteya çapemeniyê ya Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî de kar kiribû.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.