Şewat derketiye û tirimbîlek jî qolipiye.
Li gor jêderên herêmî, îro danê sibê li gundê Hane Germele ya li navçeya Newsûdê ya li Hewramanê ku dikeve ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, teqînek di nava enbareke sûtemeniyê de çê bûye.
Di encama bûyerê de şewateke mezin derketiye û jiber şewatê jî tirimbîlek qolipiye û di encama bûyerê de 2 ciwanên 18 û 19 salî canê xwe ji dest dane û ciwaneke din yê temen 16 sal jî bi dijwarî birîndar bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin