Ev du proje li Silêmanî û Helebceyê hatine cîhbicîhkirin.
Li gor daxuyaniyake wezareta Şaredarî ya hikûmeta Kurdistanê, di dawiya vê mehê de karên cîhbicîh kirina du projeyên girîng û steratejîkî yên avê li Helebce û Silêmanî xilas dibin û dikevin xizmeta şêniyên wan parêzgehan.
Wezareta Şaredariyê diyar kiriye ku têçûya wan her du projeyên han 6 miliyon û 700 hezar dolare.
Jiber cîhbicîh kirina wan her du projeyan kêşeya kêm aviyê li Silêmanî û Helebceyê bi temamî tê çareserkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin