Şêwirmendê Erdogan dibêje jiber siyasetên şaş Tirkiye rastî metirsiyên gelek mezin hatiye.
Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê û damezrênerê AKP Cemîl Çîçek ragihand ku, jiber siyasetên şaş rewşa Tirkiyeyê gelek aloz bûye.
Cemîl Çîçek ragihandiye ku jiber siyasetên etnîkî, siyasetên olî cudatiyên gelek mezin ketina navbera pêkhate û aliyên siyasî yên Tirkiyeyê û ev aloziyên han bûne sedem daku yekîtiya Tirkiyeyê bikeve bin metirsiyên gelek mezin.
Çîçek herwiha rexne li Siyasetmedarên Tirk kiriye û gotiye lazime jiber parastina Tirkiyeyê û berejwendiyên Tirkiyeyê zimana xwe ya siyasî biguherin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin