Şandeke Îraqî niha li Tehranê ye.
Şandeke wezareta torîzimê ya Îraqê bi serdanek gehêştiye Tehran û îro li gel nunerê Rêberê şoreşa Îranê yê bo karûbarên hecê civiya.
Di civînê de şanda Îraqî amade bûna welatê xwe bo kar asanî kirin bo hecî û welatiyên Îranî yên ku dixwazin serdana cîhên olî li Îraqê bikin diyar kiriye û ragihandiye ku Îraq amadeye hin deriyên sînorî yên bejahî bo kar asanî kirin bo heciyên Îranî veke.
salane hijmareke gelek zêde welatiyên Îranî bi taybetî welatiyên şîe bo serdana cîhên olî yên xwe serdana Îraqê dikin û gelek caran jî li ser sînoran rastî kêşe û astengiyan dibin û lewre armanceke serdana şanda han ya Îraqî bo Îranê çareser kirina wan kêşeya ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin