Dibêje nabe rê bidin Îsraîl were vê deverê.
Fermandarê hêzên deryayî yên spaha Pasdaran ya Îranê Elîreza Tengîserî di dema serdana xwe de ya bo giravên li Başûrê Îranê gotarek pêşkêş kir û gef li welatên Kendavê yên li vê deverê kir.
Elîreza Tengîserî eşkere kiriye ku lazime welatên Erebî yên Kendavê gelek baldar bin jiber ku têkiliyên wan yên li gel Îsraîlê dibin sedema têkçûna ewlekariya deverê.
Tengîserî herwiha eşkere kiriye ku têkiliyên welatên Kendavê li gel Îsraîlê dibin sedem ku Îsraîl bigehêje wan deveran û ev jî bi wateya têkçûna ewlekariya deverê ye lewre lazime welatên Erebî baldar bin jiber ku, vê hem Îsraîl û him jî welatên Kendavê bibin armanca Îranê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin