Biden serdana Siûdiye û Îsraîlê dike

vê li gel rayedarên wan welatan behsa rûbirû bûna Îranê bike.
کوردستان TV
100%

Di Tîrmehê de serdana wan du welatan dike.

Li gor çapemeniya Amerîkayê, Serokê vê welatî Jeo Biden biryar daye daku di Tîrmehê de serdana Siûdiye û Îsraîlê bike.

Biden vê di çarçoveya serdana xwe de bo Siûdiyeyê behsa têkiliyên navbera Amerîka û Siûdiyeyê, pêşde birina liv û tevgerên bazirganî di navbera Amerîka û Siûdiyeyê de bike.

Biden ku tê payîn di roja 14ê Tîrmehê de bigehêje Îsraîlê vê li gel rayedarên vê welatî jî behsa metirsiyên Îranê û tedbîrên ku lazime li hember Îranê werin stendin bike.

Çapemeniya Amerîkayê herwiha eşkere kiriye ku yek ji mijarên ku Biden li gel rayedarên Siûdî û Îsraîlî li ser nîqaş bike rûbirû bûna Îran û metirsiyên Îranê ye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.