Sedir duhê daxwaz kiribû tevahiya parlementerên wî dev ji kar berden.
Serok Barzanî îro bi rêya twitterê peyamek derbarê peyama duhê bişev ya Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir nivîsî.
Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Rêz ji biryara birêz Muqteda Sedir digirin û çavdêriyeke hûr li ser guhertinên rojên pêş dikin.
Weke tê zanîn duhê bişev Sedir daxwaz ji parlementerên tevgera Sedir kiribû daku dev ji kar berdana xwe pêşkêş bikin û ev dev jikar berdana han jî ji aliyê Serokatiya parlementoya Îraqê ve hate pejrandin û îro jî Berbijêrê Sedir bo postê Serokwezîriya Îraqê dev jikar berdana xwe ragihand.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin