QSD’ê li Holê şaneyeke DIŞI’ê girt

di warê darayî de pere bo DIŞIê dabîn kiriye.
کوردستان TV
100%

QSD’ê şaneyeke fînansê ya çeteyên DIŞI’ê ku li bajarokê Holê yê rojhilatê Hesekê çalak bû, girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) got, "Yekîneyên me yên taybet li bajarokê Holê yê li gundewarê rojhilatê Hesekê ku li nêzî Kampa Holê ye, operasyonek pêk anî. Di encamê de şaneyek ji 3 endaman girt. Ew şane pere ji şaneyên DIŞI’ê re dişandin, hin şaneyên çalak ên li gundewarên Hesekê û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fînanse dikirin. "

Navendê da zanîn ku di operasyonê de çek, amûr û belgeyên li gel endamên şaneyên ên hatine girtin, hatin desteserkirin.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.