Dibêje em ti kesek radestî Tirkiyeyê nakin.
Aloziyên navbera Tirkiye, Swêd û Fenlendayê yên li dor endam bûna Feneleda û Swêdê di nava NATOyê de didomin û Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ji Fenlendayê re gotiye ku eger hun bixwazin em razî bikin daku deng bi endamtiya we bidin lazime endamên PKK û Cemaeta Gulen radestî Tirkiyeyê bikin.
Lê hikûmeta Fenlendayê ev daxwaza Erdogan red kir û ragihand ku ti kesek radestî Tirkiyeyê nakin.
Li gor nûçeyeke çapemeniya Fenlendayê hikûmeta vê welatî daxwazên Erdogan red kiriye û ji Erdogan re gotiye ku ti kesek radestî Tirkiyeyê nakin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin