Rexne li desthilata dadweriya Îraqê tê kirin

dibêjin azadiya raman û rojnamegeriyê tê binpêkirin.
کوردستان TV
100%

130 parêzerên dilxwaz daxuyaniyeke hevbeş belav kirine.

Duhê şemî 130 parêzerên dilxwaz li Îraqê daxuyaniyek li dijî desthilata dadweriya Îraqê belav kirin û ev desthilata han bi binpê kirina qanûnan tawanbar kirin.

Tîma parêzerên dilxwaz bo berevanî kirin ji mafê azadiya ramanê diyar kirin ku desthilata Îraqê bi îmze kirina biryara girtina Rojnamevan û welatiyên Îraqê, qanûnên taybet bi azadî û azadiya ramanê binpê kiriye.

Li gor raporteke tîma Peyamnêrên bêsînor yaku navenda vê li Parîsê ye, ji 180 welatan di warê azadiya rojnamegerî û ramanê de Îraq di rêza 163 deye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.