Îraq: Ti belgeyeke Îranê tuneye

dibêje Îran ti belgeyeke radestî Îraqê nekiriye.
کوردستان TV
100%

Dibêje em ecîbmayîne ku Îran êrîşî ser Hewlêrê dike.

Wezareta derve ya Îraqê di daxuyaniyekê de êrîşa vê dawî ya bi dronan bo ser Hewlêrê mehkûm kir.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Îraqê de hatiye diyarkirin ku vê carê jî weke carên berê, ti belgeyeke Îranê tuneye ku ev cîhên ku bordimana wan dike yên dezgeha îstîxbarata Îsraîlê bin.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Îraqê de hatiye gotin ku di êrîşên berê yên Îranê de cîhên sivîl hatine bordiman kirin û di êrîşên rojên dawî de jî bi heman awayî cîhên sivîl hatine bordimankirin û em ecîbmayîne ku Îran wisa cîhên sivîlan bordiman dike û heta niha Îran ti belgeyek jî nîşan nedaye ku ev cîhên ku bordimana wan dike yên dezgeha îstîxbarata Îsraîlê bin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.