Duhê li New Yorkê civîneke taybet bi tawanên DIŞIê hatibû lidarxistin.
Duhê li bajarê New Yorkê ya li Amerîkayê, tîma lêkolîn kirin li ser tawanên DIŞIê derbarê kuştina bi kom û tawanên DIŞI li Îraqê civîneke taybet hate lidarxistin.
Di civîna han de ku nunerê Sekreterê giştî yê NY, nunerê YE, nunerê hikûmeta Kurdistanê û nunerê hertimî yê Îraqê li NY û nunerên çend saziyên din jî têde beşdar bûn, çend raport û gotar derbarê tawanên terorîstên DIŞIê li Îraqê hatin pêşkêşkirin.
Her di vê çarçoveyê de tîma lêkolîn kirin li ser tawanên DIŞIê spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê jî kir ku, di prosesa lêkolînan de gelek hevkariya vê tîma han kiriye.
Her di heman civînê de nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî jî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku li gel êrîşên terorîstên DIŞIê hikûmeta herêma Kurdistanê hewl bo azad kirina kesên revandî û ava kirina tîmeke taybet bo dokomênt û belge kirina tawanên DIŞIê kir.
Nav hatî eşkere kir ku, niha hikûmeta Kurdistanê hewlên cidî dide daku tîma ser bi NY di karên lêkolînê de serkeftî be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin