Dibêje lazime têkiliyên li gel wan du welatan bi tawan werin nasandin.
Li gel destpê kirina demsala havînê û zêde bûna kêşeya kêm aviyê li Îraqê, Cîgirê Serokê Parlementoya Îraqê Hakim Zamilî daxwazek pêşkêşî parlementoya vê welatî kiriye.
Cîgirê Serokê parlementoya Îraqê Hakim Zamilî diyar kiriye ku li gel hatina demsala havînê û destpê kirina germiyê, metirsiya hişkesaliyê li ser Îraqê zêde bûye.
Hakim Zamilî herwiha eşkere kiriye ku yek ji sedemên herî sereke yên vê kêşeya han nizîkatiyên şaş yên Îran û Tirkiyeyê ne li dijî Îraq û Îraqiyan.
Hakim Zamilî aniye ziman ku Îran û Tirkiye bi zanebûn, di vê demsalê de, pêşiya ava ku dihereke Îraqê digirin û bi vê awayî bi zanebûn jiyana welatiyên Îraqê dixin metirsiyan lewre lazime tedbîrên tund li hember wan du welatan werin stendin.
Zamilî daxwaz ji parlementoya Îraqê jî kiriye daku proje qanûnek bipejrîne ku têde têkiliyên li gel Îran û Tirkiyeyê bi tawan bihesbîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin