Jiber teqîna gazê canê xwe ji dest dane.
Li gor jêderên herêmî, îro pêncşem li bajarokê Newsûdê ya li Hewraman ya li Rojhilatê, gaz di nava mala welatiyekî de teqiyaye.
Di encama teqîna han de du welatî canê xwe ji dest dane û 7 welatiyên din jî birîndar bûne.
Ev teqîn di nava maleke sê tabiq de çê bûye û jiber teqînê jî elektirîka bajarokê bi temamî qut bûye.
Bajarokê Newsûdê li Hewramanê li aliyê Rojhilatê dikeve ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û nêzî Helebceyê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin