Antî terora Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Piştî ku îşev derdorê seat 9 û 35 deqîqeyan teqîneke mezin li ser rêya sereke ya navbera Hewlêr û Pîrmamê çê bû, antî terora Kurdistanê daxuyaniyek bo raya giştî weşand.
Li gor daxuyaniya antî terora Kurdistanê, îşev droneke bombekirî li ser rêya sereke ya navbera Hewlêr û Pîrmamê xwe bi erdê da daye û di encama vê bûyerê de teqîneke mezin jî çê bûye.
Di daxuyaniya antî terorê de hatiye diyarkirin ku di encama êrîşê de 3 welatî birîndar bûne û zirarên madî jî ber çend tirimbîlan ketine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin